TIRBESPÎ

Tirbespî weke cihekî ceografî heye, weke dîrok xwedî dîrokeke kevnar e, nimûneyên ji gundê Leylên xuya ne. Tirbespî bajarekî piçûk e û xelkên wê mirovine hêja û taybetî ne, lê mixabin ew hinekî bêdeng in û xelkên wê gelekî li ser xwe naaxivin. Ez dixwazim bi riya vê malperê di internetê de vê bêdengiyê mûkî bişikênim. Ji bona vê jî ez hêviyê ji her kesê ko ji Tirbespiyê hezdike, yan ji Tirbespiyê be, yan li Tirbespiyê mabe û yan jî tiştekî li ser Tirbespiyê û xelkên wê yên balkêş zanibe, ko ew bi zanînên xwe, bi serpêhatî û wêneyan xwe beşdarî vê malperê bibe û wê zengîn bike.

Min bi kêm û kurî çend kes weke nimûne li jêr danîne û ez li benda we me, da ko win tiştên win li ser Tirbespiyê dizanin lê zêde bikin û bixemilênin. 

Zagrosê Haco

TIRBESPÎ

Navê  Tibespiyê ji kêlên goran yên rengspî hatiye

                   

Kesên rengekî xwe dane Tirbespiyê

Mala Haco li Newroza sala 1960 li Şeharê Kerikê

Berî sala 1957an Tirbespî navenda veşartina kurdên welatparê û yên pêşvwerû bû (li prtûka  Mihemd Teleb Hîlal meyzêne!).

Bagok jiTirbespiyê

Brahîmê Ezem

Girgirekekî êla Hevêrkan bû. Hestûyên şikestî dicebirandin, dermanên kurmancî çêdikirin û keresteyên dermanên xwe bi piranî ji dikana Şamoşo dikirîn..

 Dibistana Tirbespiyê sala 1936

Ebasê Fatê

Dema ev camêr diaxivî derzî ketibana deng jê dihat, her kes bêdeng dibû û lê guhdar diman. Bi hostayî û hinerekî bilind diaxivî. Gotinên wî bi rengekî gelekî spehî li hev diguncîn. Wêneyên ciwan ji devê wî derdiketin û şiroveyên wî aqilqne bûn. Dema wî bûyek digot wilo xweşik dihate ber çavê guhdaran weke, ko mirov wê bûyerê di filmekî sînemê de bibîne.

 

Gelo Hêrilo

Dikançî bû.

 

Gewrîko

Gewrîko Bi gewd û gir bû û nîvdîn û behle bû û pir xwere bû. Ew li pey xwarinê diçû hemû meezîciyan. Carekê di meezîçiya Hesen de Cemîl birayê Hesen ji Gewrîko pirsî, got ko niha tu dixwazî her roj yek ji me bimire! Gewrîko got, ko erê bi xwedê xalo!

Himo

Himo mirovekî her û her serxweş bû, wî eraq ji tenekan divexwar. Ew mirovekî bêzerar û zarxweş bû.

 

Hiseynê Seyîd

Þikriyê Leto

Hiseynkê Pîxir

Navmalî bû. Carekê Hesen gotiyê, here meyzêne, ka ewr e, yan sayî ye! Ew çû derve û hat got: Bi xwedê xalê Hesen baranê nehiş ko ez serê xwe hildim û meyzênim.

 Newroz

Mecîdê Êzîdî

Mirovekî gelekî xizan û perîşan bû, lê ji dinya xwe jî gelekî dilxweş û razî bû. Tevlî ko pariyek nan di mala wî de peyde nedibû, lê ko tu di ber mala wî re dibuhûtî, bi taybetî danê evaran, te didît gava ko wî û jin û zarokên xwe destên hev girtine, û dîlaneke geş û xweş li ber stranê, ko wan bi xwe digotin, digerênin.  Vê malê ti caran ti kes ji xwe tore nekir û ti caran tikesî dengê wan bi xirabî nebihîstiye.

 Dugir

Mûro

Mirovekî civakhez xizmetkar û xwe tevlî her tiştî dikir.

 

Mûsayê Altê

Ew bi eslê xwe ermenî bû, ji herêma Xeran bû. Xwende û wêjevan bû. Wê demê xwendevan kêm bûn û bi ser de ew şeherezayê seqayê bû. Deftereke wî hebû û wî li gor wê zanîbû kengî debe ewr yan sayî û kengî baran dibare. 

 

Mûsayê Cido (Mûsayê Kêrker)

Mirovekî gelekî henekoyî bû. Devera ko ew lê bana axaftin ya wî bû, bayekî xweş dikete nav civata wî û dibû ken û şahî. Carekê çûbû bajarê Dêrikê. Mûsikê Keçel jê pirsî, got ko apê Mûsa ma tu hatî? Wî lê vegeran, got ko ma ez bêjim na, tê ji min behwer bikî?

Wî kêr ji streh û pola çêdikirin û hema gişt ji kêrên wî pêve li herêmê nebûn. Û li gor meteloka kurdî: 'Ne mêrê bê kêr û ne jina bê derzî'kêrkên wî bi her kesî re hebûn, lê gelek caran ew bê kêrik bû. 

Osmanê Anîşkê

Mala wî li ber çêm li anîşka gund bû.

Tirbespiî sala 1967      Tirbespiî sala 1999

Rifeeto

Rifeeto kor bû, bi şev bana yan bi roj bana wî bê şaşîtî dizanîbû ka seet çend e.

 

Sewmê Qehyanê (Girêkrîs)

Rîsvan bû û borîzevanê leşkerê Tibespiyê bû.

 Mizgeft

Şamoşo

Şamoşo xwedî dikan bû. Wî dermanên kurmancî û reng difirotin. Wî derman ji bona alîkariya xelkê difirotin ne ji bona sûdên diravî û bazirganiyê. Şamoşo mirovekî gelekî bêhnteng bû. Wî ti caran sûnd nedixwarin. Heke pêwist kiriban wî bi tenê digot behwer bike. Carekê wî çakêtekî xwe kirî. Dema xwest li xwe bike du caran ceriband destê wî di zendikê re derbas nebû. Wî çakêt avêt û ew nema ti caran li xwe kir.

Þiharê Kerikê

 

Şibê

Şibê mirovekî behle bû. Çakêt û qapût û qirûqaf difirotin. Carekê jî wî sêv difirotin. Zenawer jê pirsî got ko Şibê tu van pîvazan bi çi difiroşî? Şibê di ber xwe de got, ko bi xwedê ko ev pîvaz bin em tê de xisirîn.

 Riya Dêrikê

Ûsiv Gewriyê

 

Ûsivê Çemento

 

Ûsivê Hewarê

Di heyama wî de ev alavên ragehandinê yên modern nebûn, lê wî şûna telefon û radyo û televizyonê jî digirt. Te çi pirsîbana xeber li cem wî bû.

 sûka Tirbespiyê

 

Kesên xuya yên,ko demekê li Tibespiyê mane

Brahîm Nadirî

Wezîr bû li Komara Kurdistanê li Mehabadê. Sala 1947 li Tirbespiyê dima.

Mele Ehmedê Namî

Cegerxwîn

Hejarê Mukriayî

Helbestvan. Salên 1956 ta1958 li Tirbespiyê dijî

Îsa Zebîhî

Yek ji damezrevanê Paritya Demokrata Kurdistana Îranê bû

Osman Sebrî

Reşîdê Kurd

Komunîstên Kurdistana Îraqê

Li dor 70 ta 80 xortên komunîst ji Kurdistana Îraqê sala 1953 li Tirbespiyê diman.

 

Cihên rengekî xwe dane Tirbespiyê

-Aşê avê
-Ev aş gelekî kevn e. Çaxê ko Haco bi êla xwe re hate Tirbespiyê ev aş li wir hebû. 
-Bexçê Mezin
-Borkê Kehran
-Bîra Artiwazî
-Camiya Mele Îsa
-Dêra filehan
-Dibistana Tirbespiyê
-Dikana Gelo Hêrilo
-
Diyarê Topê
-Gola Çîtê
-Motorê Kehrebê
-Oda Mala Haco
-Qehwa Şihadê
-Qijla leşkerî
-Şiharê Kerikê

 

Vegere despêkê


Tûrikê zarokan

zagroshajo@yahoo.se
Here vir:
DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
TIRBESPÎ
WÊJEVAN
 

 

Goreyên hirî