|
Antropolojî: Zanîna li ser bingeh, pêşketin û qanûnûn guhertinên fîzyayî yên mirovan û tuxmên mirovan |
|
Astronomî: Stêrzanî, zanîna liser gerdûn û stêr, exter (Tîr, Gelawêj, Zemîn, Behram, Keywan,...) û laşên din yên di gerdûnê de |
|
Biolojî: Zanîna li ser jînê, xisletên organizmên jîndar, li ser tekiliyên di nav bûneweran bi hev re û têkiliyên jîndaran bi xwezaya nejîndar re. Ew jî di be çend beş; botanîk, zoolojî, mikrobiolojî û antropolojî |
|
Pijîşkî: Zanîna li ser tenduristiyê, li ser nexweşiyan û dermankirinê |
|
Ceografî: Zanîna li ser şêweyê rûyê Zemînê |
|
Ceolojî: Zanîna li ser Zemînê, li ser qaşûlê Zemînê, çêbûn û guhertinên wî qaşûlî, binyat, avakirin û guhertinan |
|
Dîrok: mêjû; zanîna li ser bûyer û serpêhatiyan |
|
Ekonomî: aborî |
|
Felsefe: zanîna ko hewl dide qanûnên gelemper yên pêşketina dinyayê, civak û ramanan şirove bike; teoriyên gelemper û metodên têgehiştinê deyne; formên ideolojî ye; helwesta cîhanî ye |
|
Fîzya: Zanîna li ser xwezayê û rûdanê xwezayî |
|
Informatîk: Zanîna karê li ser hayadariyan bi taybetî bi alîkariya navgînên automatîkî dîgîtal |
|
Kîmya: Zanîna li ser struktûr, xislet, hokarî û guhertina keresteyên xwezayî |
|
Klimatolojî: Zanîana li ser keş û seqayê û guhertinên wê di heyameke dirêj de |
|
Matematîk: Zanîna li ser rewş û mercên çendatî kvantatîv û peywendiyan û li ser formên gewdên jiyana objektîv |
|
Meteorolojî: Zanîna li ser bûyerên fîzyayî di bayê hawîrdorê Zemînê de û sedemên wan. |
|
Politolojî: zanînên siyasî |
|
Psîkolojî: Zanîna li ser qanûn, pêşveçûn û rûdan û çalakiyên derûnî yên mirov |
|
Sosyolojî: Zanîna li ser civaka mirovatî, li ser rûdan û peywendeyên civakî |
|
Teknîk: Koma çalakiyên mirovatî yên şêweyên kar û navgînên afrandina berhemên madî bo civaka mirovatî û pakkirina mercên bikaranîna hêzên xwezayî û hebûnên xwezayî |
|
Tîpografî û tîp |
|
Konferens û seminar |
|
Hizir li ser zanînê, agahdariyê gelemper li ser zanînê |
ÇIMA EM STÊRIKAN BI ROJ NABÎNIN?; amadekirina ZEAEZ, Şoreşgêr 2, tebaxa 1978
KATJIMÊRA BIOLOJÎ; Ji kovara Çtenî,ya çîkî, WergêrBilûrvan, Stêr 8/1987
KOMPUTER GUHDARIYÊ DIKIN Û BERSIVÊ DIDIN; Tom W. Ottmar, wergêr Zagrosê Hajo, Armanc
GIRÊ MOZAN; Marilyn Kelly Buccellati, Georgia Buccellati, wergêr Zagrosê Hajo, Dugir 3, 1996
Vedîtinên dawî ji bajarên bakurê Mezopotamyayê, bajarê Tilbirak: Geoff Emberling & Helen McDonald,Wergêr Zagrosê Hajo, rojava.net, 2004
Leylan, Projeyê Şahinşahiya Akadan; Profesor Harvey Weiss, Zankoya Yale, Werger: Zagrosê Hajo
GPS, STÊRA HEYAMA GERDÛNÎ; Çavkanî: Mikael Grönblad, Werger: Zagrosê Haco